Li gor daxuyaniya ku ji Şaredariya Bajarê Mezin a Vanê hat dayîn, berf û bager li navçeyên Miks, Başkala û Gurpinarê rêya 4 taxan girtin.
Ekîbên berfê ji bo vekirina rêyan dixebitin û hat gotin ku rêya van taxan wê di demek kin da werin vekirin.
Bitlis
Li Bitlisê jî berf û bagerê rêya 33 gundên ser navendê girt. Ekîbên berfê yên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyan dixebitin.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 14emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li gor texmînê li tevahiya herêmê hewa wê ewrayî be, bi navber berf wê bibare.
Li herêmê germa hewayê li gor demsalê tê payîn.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde li Van û Muşê 4, li Bitlisê 3 pile û li Hakkariyê di binê sifrê da pileyek tê payîn.
AA