Li Van û Bitlisê rêyên 445 gundan girtî ne

Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 14emîn ji bo Van û dewrûberê hişyariya barîna berfê da

Li Van û Bitlisê rêyên 445 gundan girtî ne

Li Van û Bitlisê ji ber şertên giran ên hewayê rêyên 445 gundan girtî ne.

Di daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin Vanê da hat ragihandin ku ji ber berf û bagerê li bajêr rêyên 359 taxan hatin girtin.

Ji ber bagera ku duh nîvê şevê dest pê kir, rêyên hemû taxên Gurpinar û Çatakê hatin girtin. Hat ragihandin ku ji bo vekirina rêyan xebatên paqijkirina berfê dewam dikin.

Ji aliyekî din va li Vana ku bi berfê spîçîl bû, serê sibehê welatiyan berfa li pêşiya xanî û kargehan û li ser wesayîtan paqij kirin.

Ekîbên paqijkirina berfê yên Şaredariya Bajarê Mezin li navenda bajêr li kuçe û peyarêyan xebata paqijkirinê kirin.

- Bitlis

Midûrê Xizmetên Rê û Veguhestinê ya Rêveberiya Taybet a Parêzgeha Bitlisê Umît Kurtkan diyar kir ku ji ber berfê li seranserê parêzgehê rêyên 86 parêzgehan girtî ne.

Kurtkan herwiha bal kişand ku ji bo vekirina rêyên gundan, ekîb li ser kar in û herwiha ekîbên hawarçûnê jî di amadebaşiyê da ne.

- Hişyariya barîna berfê

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 14emîn, tê texmînkirin ku li Van û dewrûberê berfeke zêde dê bibare.

Li herêmê bi giştî hewa dê pir û perçe ewrayî be û herwiha li Van, Hekarî û dewrûberê bi navber berf dê bibare. Destê sibehê û nîvê şevê ligel cemed û hişkiyê, bûsî û cih cihan jî mij dê çêbe.

Li herêmê herwisa germahî dê di asta demsalê da be, ba jî dê ji milê bakur nerm, carinan jî nîveqewî rabe.

Tê texmînkirin ku germahiya herî bilind a rojê li Vanê 2, di bin sifirê da li Mûş, Bitlis û Hekariyê jî 2 pile be.

Dîroka nûkirinê: 15 Çile 2020, 17:16
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE