Li Vanê çalakiya "Roja Taştê ya Cîhanê"

Walî û Cîgirê Şaredar ê Bajarê Mezin Ozan Balci beşdarî çalakiyê bû û tê da axivî. Balci diyar kir ku Wan bi siruşt, dîrok û çanda xwe va înciya Tirkiyeyê ye.

Li Vanê çalakiya "Roja Taştê ya Cîhanê"

Li Wanê ji bo danasîna çanda taştê çalakiya "Roja Taştê ya Dinyayê" hat lidarxistin.

Walîtî, Şaredariya Bajarê Mezin û Odeya Bazirganî û Sanayiyê ya Wanê (TSOya Wanê) li pêşiya malên Wanê yên dîrokî çalakî li dar xist û kesên ku beşdarî çalakiyê bûn li ser sifreya taştê bi berên wekî penêrê pincarê, mirtoxeya ku bi ar, rûnê nivîşk û hêkan tê çêkirin, "poxîn"a ku ji hêrana qelînekên genimşîr tê çêkirin û hingivê qereqovanê taştê kir.

Walî û Cîgirê Şaredar ê Bajarê Mezin Ozan Balci beşdarî çalakiyê bû û tê da axivî. Balci diyar kir ku Wan bi siruşt, dîrok û çanda xwe va înciya Tirkiyeyê ye.

Balci daxuyand ku li Wanê potansiyeleke mezin û dewlemendî heye û wiha dewam kir:

"Hem ji aliyê dîrokê va hem ji aliyê çandê va taştêya Wanê nîşaneyeke vê dewlemendiyê ye. Divê meriv wisa lê binihêre. Li ser sifreya taştê xuha eniyan, ked, komasiya sedan salan, berên siruştê hene. Ez taştêya Wanê wekî mîrateya çandî dibînim."

Serokê TSOya Wanê Necdet Takva jî diyar kir, di sala 2014an da bi beşdariya 51 hezar û 793 kesan va rekora "Sifreya taştê ya herî qerebalix a cîhanê" hat şikandin û piştî ku ev rekor ket Pirtûka Rekorên Guinnessê, ji 2020î vir va yekşema ewil a hezîranê wekî "Roja Taştê ya Dinyayê" tê pîrozkirin.

Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Mehmet Fatîh Çelîkel, Serokê Odeya Bazirganî û Sanayiyê ya Înegolê Yavuz Uludag û midûrên saziyan beşdarî çalakiyê bûn.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE