Li Vanê çalakiya TUBÎTAKê

Vaniyan di çalakiya ku cara ewil li bajêr hat lidarxistin da asîman temaşe kirin

Li Vanê çalakiya TUBÎTAKê

TUBÎTAKê li qeraxê Gola Wanê çalakî li dar xist û ji her temenê meraqdarên asîman beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê da beşdarvanan bi teleskopan asîman temaşe kir û der heqê astronomiyê da agahî hildan.

Çalakî di kordînasyona TUBÎTAKê û di hîmayeya wezaretên Sanayî û Teknolojiyê, Ciwanî û Sporê û Çand û Turîzmê da hat lidarxistin. Walîtiya Wanê, Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, Ajansa Pêşketinê ya Rojhilatê Anadoluyê (DAKA), Zanîngeha Van Yuzuncu Yilê (YYU) û Ajansa Danasîn û Pêşxistina Turîzmê ya Tirkiyeyê jî piştgirî da çalakiyê.

Çalakî li qeraxê Gola Wanê di Parka Fîdanlikê da dest pê kir. Wezîrê Sanayî û Teknolojiyê Mustafa Varank beşdarî çalakiyê bû û Atolyeyên Kontrolê ziyaret kirin û paşê bi ciwanan ra civiya.

Şêniyên bajêr jî bi malbatên xwe ra hatin çalakiyê, zarok û ciwan jî beşdarî çalakiyên zanistî yên cuda bûn. Li qadê teleskop hatin bicihkirin û welatiyan di teleskopê da li asîman nihêrîn û der heqê xebatên astronomiyê da ji pisporan agahî hildan.

Mebesta çalakiyê ew e ku bi vîzyona Bernameya Fezayê ya Neteweyî va eleqeya ciwanan li ser fezayê zêde bibe. Çalakî wê bi pêşbazî, konser û mijarên ser zanista fezayê heta 5ê tîrmehê dewam bike.

Seba beşdarvanan li qadê çadir hatin avakirin, ciwan hem çavdêriya gerstêrkan dikin hem jî der heqê astronomiyê da agahiyan hildidin.

Ji zarokan Faruk Ebrar Uluçay ji nûçegihanê AAyê ra got ku wî cara ewil asîman ev qas ji nêz va dît. 

Uluçay diyar kir ku ew asîman pir meraq dike û wiha dewam kir, "Me li qadê kovarên zanistî xwendin. Me li Atolyeya Deneyapê roket çêkir. Me berçavka rastiya sanal da ber çavên xwe. Bişev jî min bi teleskopê feza temaşe kir."

Gulfen Ecrîn Akbaşê jî wiha got, "Min bi teleskopê li merhaleyên heyvê nihêrî. Merhaleya heyva nû hebû. Min cara ewil bi teleskopê li asîman nihêrî. Pir bi kelecan bû. Em ê paşê jî komstêrkan bibînin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE