Li Muradiyeya navçeya Vanê 350 kîlogram masîkefalên bi nêçîra qaçax hatine girtin hatin qefaltin, 3 hezar û 708 lire cezayê pere li 2 kesan hat birîn.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Parêzgehê, xebatên dijî nêçîra qaçax a masîkefalan didomin ku di navbera 15ê Nîsanê-15ê Tîrmehê da ji Gola Vanê ji bo lihevzêdebûnê koçî avên şêrîn dikin.
Di vê çarçoveyê da ekîbên Fermandariya Botê ya Asayîşa Cendirmeyê ya Edremîtê û yên Fermandariya Qereqola Cendirmeyê ya Muradiye Alpaslanê li Taxa Karahanê ya navçeya Muradiyeyê li ciyê ku masî koç dikin, bi ser masîgirên qaçax da girtin.
Di operasyonê da 350 kîlogram masiyên zindî yên girtî, 150 kîlogram masiyên ne zindî, 250 tora di dehlê da veşartî, 2 tulum hatin bidestxistin. Ekîban masiyên zindî berdan avê.
Ji ber binpêkirina qedexeyê 3 hezar û 708 lire cezayê pere li 2 kesan hat birîn.AA