Li van cihan stûriya berfê gihîşt 10 metreyî

Midûrê Xizmetên Rê û Gihandinê ya Îdareya Taybet a Bajêr Mehmetşah Şenturk daxuyanî da rojnamegeran...

Li van cihan stûriya berfê gihîşt 10 metreyî

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê demsala zivistanê bi zor û zehmetî derbas dibe û li Mûşa ji bajarên herêmêye hin cihan stûriya berfê gihîştiye 10 metreyî.

Li Mûşê ji ber berfê û pûkê rêya 9 gund û 22 goman hat girtin.

Midûrê Xizmetên Rê û Gihandinê ya Îdareya Taybet a Bajêr Mehmetşah Şenturk daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir ku texma Uçevlera ser navendê bi taybetî jî li cihên bobelat lê zêdeye stûriya berfê gihîştiye 10 metreyî.

Şenturk destnîşan kir ku ekîbên ji bo rê vekirinê hewl didin li wan deran pir zor û zehmetî dikişînin û wiha pê da çû: "Em ji bo xwe bigihijînin wan gundên li wan deran e zehmetiyê dikişînin. Ekîbên me ev sê roj in li gor esasa 24 saetan dixebitin. Em ji bo ku rêya welatiyan vekin hemû derfetên dewletê seferber dikin. Me ji rêya 60 kîlometreyî heta niha 25 kîlometre vekir û li vê derê talûkeya aşîtê heye. Em xebatên xwe di bin şert û mercên zor û zehmet da didomînin. Înşeallah em ê heta 2 rojan rêya gundan vekin."

Van 

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê daxuyanî da û ragihand ku ji ber şert û mercên hewayê rêya 5 cihan ji çûn û hatinê ra hat girtin.

Hat gotin ku ji bo rêyên li navçeyên Başkale û Gurpinarê bên vekirin xebat didomin.

Ekîbên Midûriyeta Herêma 11mîn a Rêbejê jî rêya Wan-Hekarî û Wan-Bahçesarayê paqij dikin û li ser wan rêyan xwey wer dikin.

Dîroka nûkirinê: 24 Çile 2019, 17:35
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE