Her ku dibe havîn heta demeke kurt li peravên behra Vanê û çolteran gulebûk vedidin. Ew kulîlk tevî welatiyan kêfa wênegiran jî tîne. Gelek kes di nav bexçeyên kesk û sorik de wêneyên xwe digirin, hinek jî nîgaran xêz dikin.
Li çoltera taxa Êrşatê ya Erdîşa Wanê her sal van çaxan gulebûk vedidin.
Bexçeyên gulan tevî welatiyan bala wênegir û resaman jî dikişîne.
Nîgarxêz alavên xwe di nav gulan de datînin û dest bi xêzkirina xwezaya xweşik dikin.
Carna jî kesên ku hatine wêneyan digirin ji bo nîgarê dibin mînak.
Ji bo hinekan baxçeyên gulebûkan moralê herî baş e.