Li Wanê di hefteyekê da 1533 koçberên bêdestûr hatin girtin, 24 gumanbar hatin binçavkirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Walîtiyê hat dayîn, ekîbên Fermandariya Cendirmeya Navçeyê xebatên têkoşîna qaçaxcîtiya koçberan didomîne.
Di vê çarçoveyê da di navbera 7-13ê adarê da ekîban 37 operasyon kir û 1530 kesên Efxanistanî, 2 kesên Tirkmenistanî û kesekî Îranî tesbît kirin ku bi rêya dereqanûnî ketine welêt û hatin girtin.
24 organîzatorên ku li gor îdiayê qaçaxcîtiya koçberan kirine hatin binçavkirin, dest danîn ser 9 wesayîtan.
Der heqê organîzatoran da tehqîqata edlî dan destpêkirin.AA