Li Vanê di lehiyê da 57 heywan telef bûn

Di daxuyaniya qaymeqamtiyê da hat diyarkirin ji ber lehiya ku di 15ê tîrmehê da çêbû Komîsyona Tesbîtkirina Xisarê hat avakirin. 

Li Vanê di lehiyê da 57 heywan telef bûn

Hat ragihandin ku li Başqeleyeya navçeya Wanê di lehiya ku du roj berê ji ber tavî û teyrokê çêbû da 57 heywan mirar bûn. 

Di daxuyaniya qaymeqamtiyê da hat diyarkirin ji ber lehiya ku di 15ê tîrmehê da çêbû Komîsyona Tesbîtkirina Xisarê hat avakirin. 

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku personelên ji Komîsyon, Midûriya Rewşa Acîl û Bobelatê ya Bajêr, Midûriya Hawirdor û Bajarvaniyê ya Bajêr, Midûriya Daristan û Çandiniyê ya Bajêr, Şaredariya Başqeleyê û Weqfa Alîkarî û Piştevaniya Civakî hatin peywirdarkirin li taxên ku lehî lê rabû lêkolîn kirin û wiha hat gotin: 

"Qaymeqamtiya me hewcedariyên malbatên ku rewşa wan acîl e pêk anî. Di xebatên tesbîtê yên ku li taxên Albayrak, Ortayol, Bogrupek, Konuksayar, Atlilar, Kocakoy, Savaşê yên girêdayî navçeya me hatin kirin da hat tesbîtkirin ku li Taxa Albayrakê 47 pez mirar bûne. Hat tesbîtkirin ku li Taxa Ortayolê jî 10 heywan mirar bûne û xebatên ji bo tesbîtkirina xisar û ziyana heywandarî û eraziyên çandiniyê da didome. Di encama xebatan da agahiyên berfireh dê bi raya giştî ra bên parvekirin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE