Li Vanê rêya 4 mezreyan a ji ber berfê girtî, ji hêla ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin hat vekirin.
Li gorî daxuyaniya şaredariyê, ji bo geşbûna çandinî û heywandariyê rêyên mezre û zozanan ên bi berfê girtî, tên vekirin.
Di vê çarçoveyê da ekîbên Serokatiya Daîreya Karûbarên Fenê li herêma Sicaksuyê ya 3 hezar metre bilind û 120 kîlometre ji navenda bajêr dûr, xebata vekirin û firehkirina rê kirin.
Bi xebatê va rêya mezreyên Tuzek, Kaya, Çarlik û Yeşîldereyê yên girêdayî Taxa Sicaksuyê vebûn.
Operatorê makîneya kar Mucahît Hayra diyar kir ku ji ber bilindahiya deverê, heya meha hezîranê berf li erdê dimîne û wiha got, "Ev hefteyek e em li herêmê xebatê dimeşînin. Sitûriya berfê cih cihan dertê 2-3 metreyî. Me xebata xwe kuta kir û rêya mezreyan vekir. Welatiyên me yên dixwazin biçin zozanan êdî dikarin biçin."AA