Li Gurpinara navçeya Wanê ji ber lehiyê 35 kes li zozanê mehsûr man û bi xebata ekîbên şaredariyê hatin xelaskirin.
Rêya ji taxên Arindi û Yurtbaşiyê diçe Zozanê Velîtanê ku 70 kîlomêtre dûrî navçeyê ne, ji ber kevir û kuçikên ku lehiyê bi xwe ra anî, hat girtin.
Ji ber lehiyê jin û zarok jî tê da 35 kesên ku çadirên wan xesar dîtin û nikaribûn vegerin taxên xwe, li zozanê mehsûr man.
Li ser êxbarê ekîbên Şaredariya Gurpinarê şandin herêmê û ekîban di 24 saetan da paşê rêya zozanê vekir û kesên mehsûr mabûn, vegeriyan malên xwe.
Şaredarê Gurpinarê Hayrullah Taniş diyar kir ku li tevahiya navçeyê ji ber lehiyê texrîbat çêbû û ji bo temîrkirinê ekîb bê navber dixebitin.
Taniş destnîşan kir ku tesîra lehiyê li ser 18 taxan çêbû û li van taxan xebat dewam dikin.
Welatiyan jî spasiya ekîban kir.
AA