Li Vanê eleqeya ji bo temaşeya koça masiya încîkefalê

Gelê herêmê firsend dît û koça masiya încîkefalê ya ku di navbera 15ê nîsanê û 15ê tebaxê da ji bo xerzên xwe daynin berê xwe didin çeman temaşe kirin.

Li Vanê eleqeya ji bo temaşeya koça masiya încîkefalê

Di çarçoveya tevdîrên dijî vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) da derbasî pêvajoya normalbûna jiyana civakî bûn û piştî vê gelê Wanê li Erdîşê derkete temaşeya koça masiya încîkefalê.

Gelê herêmê firsend dît û koça masiya încîkefalê ya ku di navbera 15ê nîsanê û 15ê tebaxê da ji bo xerzên xwe daynin berê xwe didin çeman temaşe kirin.

Ji ber ku pêvajoya nirmalbûna tevdîrên Kovîd-19ê dest pê kir welatî ber destê sibê hatin Qada Seyranê ya Benda Masiyan, li vê derê seyran kirin û rêwîtiya masiyan temaşe kirin.

Hin kesên teze zewicîne jî ji bo wêneyên daweta xwe bikişînin hatin vê derê.

Betul Kurta welatî got li ber koça masiyan şaş û metel ma û li vê derê cara ewil dît qaqlîbaz masiyan dixwin.

Kurtê destnîşan kir ku ji bo dawiya hefteyê bigerin hatin vê derê û wiha pê da çû: "Ji ber nexweşiyê em demeke dirêj li malê man. Li vê derê ciyê gerê zehf in. Em ji xwe ra seyranê dikin. Dibê her kes were vê derê bibîne."

"Burak Demirê ji gelê herêmê jî got ji bo wêneyên koça masiyan bikişînin bi hevalên xwe ra hat vê derê û wiha axivî: "Fikra me ew e ku dawiya vê hefteyê li vê derê kampê bikin. Bi ya min di vê pêvajoyê da tebîet hinekî hat ser hemdê xwe. Bi normalbûna pêvajoyê va em jî cara ewil dawiya hefteyê hatin vê derê."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE