Li Wanê festîvala danûstendinê dê dest pê bike. şêniyê bajêr û turîstên ku dê bên, wê berheman bi erzanî bikirin. Walî Mehmet Emi̇n Bi̇lmez, beriya festîvalê esnaf ziyaret kiri
Ji bo ekonomiya Wanê bê xurtkirin, di navbera 15 û 29ê Adarê de dê festîvala danûstendinê çêbe.
Ji bo xelkê bajêr û turîstên ku di heyama Newrozê de ji Îranê tên gelek berhem dê bi erzanî bên firotin.
Waliyê Wanê ligel nûnerên saziyên sivîl beriya vê festîvalê esnaf ziyaret kirin û stîkirên erzaniyê dan wan.
Waliyê Vanê Mehmet Emi̇n Bi̇lmez: “em hatin cem esnafên xwe, me go ka em binêrin gelo hazir in ji bo festîvalê, ti lazimatiyek, kêmasiyeke wan heye an na. me xwest em ji aliyê ruhî ve jî wan motîve bikin. me dît ku esnafên me bi her awayî hazir in”
Li kolanên Wanê bîlbord bi banga festîvalê tijî ne ku bi kurdî, tirkî û farisî hatine nivîsîn.
Esnaf bi hêvî ne ku ev festîval bi kêrî wan were û aboriya Wanê geştir bike.