Li Vanê festîvala shopping festê

Ev festîvala danûstandinê dê seranserê 15 rojan dewam bike...

Li Vanê festîvala shopping festê

Li Wanê bi merasîmekê festîvala “shopping festê” bi gotineke din festîvala danûstandinê dest pê kir. Gelek rayedar û nûnerên saziyên sivîl beşdarî merasîma vekirinê bûn. Festîval dê seranserê 15 rojan dewam bike.

Ev dîmenên rengîn ji Festîvala Shopping Festa Wanê ne.

Festîval ji aliyê Walîtiya Wanê ve ji bo balê bikişînin ser danûstandinê tê lidarxistin.

Festîvalê bi merasîmekê dest pê kir.

Ligel Waliyê Wanê, hin parlamenterên bajêr û gelek kes beşdarî merasîmê bûn.

Di çarçoveya festîvalê de ji wêne û lîstikan heta berhemên herêmî dê gelek çalakî û tişt werin pêşkêşkirin.

Esnafên bajêr jî ji vê festîvalê kêfxweş in.

Hat ragihandin ku dê Shopping Fest seranserê 15 rojan dewam bike.

Dîroka nûkirinê: 16 Adar 2019, 16:12
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE