Li Vanê fuara hunerên destkariyê

Şagirtên kursên destkariyê berhemên xwe pêşkêş kirin...

Li Vanê fuara hunerên destkariyê

Li Edremîta wanê fuara berhemên destçêkirî dest pê kir. Zêdetir jî jin berhemên xwe pêşkêş dikin. Wezîrê hawirdor û bajarvaniyê murat kurum bi merasîmekê fuarê vekir.

Amûrên malê, tablo, tepsîyên textînî, gerdanên rengûreng..

Ev hemû berhem jî ji aliyê kursiyerên navenda perwerdeya gel a Edremîtê ve hatine çêkirin.

Kursiyer berhemên xwe yên destçêkirî di fuarê de pêşkêş kirin.

Ligel hunerên destkariyê, di fuarê de zarokên biçûk nimayîşa folklorê li dar xist…

Stranên herêmî hatin gotin..

Wezîrê Hawirdor û Bajarvanioyê Murat Kurum beşdarî merasîma vekirina fuarê bû.

Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Murat Kurum: “Hemû xweşikî, çand, huner û xebatên ji bo hawirdora Artemêt û Wanê di vê fuarê de tên pêşkêş kirin. ji bo gelê me bi xêr be”

Jinên Wanî jî bi cil û bergên xwe yên herêmî bûn rengekî fuarê.

Dîroka nûkirinê: 19 Çile 2019, 09:01
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE