Malbatên ku zarokên wan ji alıyê rêxistina terorî hatine revandin çalakiyên xwe didomînin. Li Vanê jî gelek malbatan li dijî HDP û PKK’ê çalakî li dar xist û bertek nîşanî wan dan. Malbat qederekî li ber avahıya HDP’ê rûniştin.
Malbatên ku zarokên wan hatine revandin dibêjin berpirsê vê HDP ye û li gelek bajaran çalakiyan li dar dixin.
Herî dawî malbatan li Vanê çalakî li dar xist.
Gelek malbat li kolana cumhuriyetê dirûşme avêtin û bert nîşanî rêxistina terorî dan.
Di komê de 14 malbat hebûn û bi sloganan heta ber avahiya HDP’ê meşiyan.
Di destê wan de pankartên li dijî terorê hebûn û bertek nîşanî rêxistina terorî û HDP’ê dan.
Malbatên dilşewitî li hêviyêne zarokên wan bizivirin û ew jî bigihêjin wan.
Dema protestoyê ji avahiya HDP’ê bi dengekî bilind muzîk hat lêdan ku dengê malbatan neyê bihîstin.
Malbat dibêjin heta zarokên me vegerin em ê çalakiyên xwe bidomînin.