Li Vanê Gola Xoyê bi saya berfê cardin tijî dibe

Li Vanê Gola Xoyê ya ku havînê miçiqî bi helîna berfê ra cardin tijî dibe

Li Vanê Gola Xoyê bi saya berfê cardin tijî dibe

Ji ber guherîna av û hewayê ya kurewî û kêmbûna baranê hişkahî çêbû û par li Seraya navçeya Vanê Gola Xoyê miçiqî, lê bi helîna berfê û baranê ra gol cardin tijî bû û hat halê xwe yê berê.

Gola Xoyê 15 kîlomêtre dûrî navçeyê ye û li ser 371 hektarî ye. Ji ber kêmbûna baranê û dûkelkê gol miçiqî û ziwa bû.

Gol her sal mazûvaniya hezaran teyr û tûyên koçber dike, lê piştî ku ava wê miçiqî jî bû wekî eraziyekî hişk û hola. Lê bi helîna berfê û baranê cardin tijî av bû.

Gol bi Biryarnameya Serokomariyê wekî "qada ku wê teqez were parastin" hat îlankirin. Gol bi saya cew û robaran cardin av ketê. Piştî ku gol tijî bû, teyr û tû cardin li ser golê hatin dîtin.

Serokê Odeya Ziraetê ya Ozapê Şayettîn Ceylanci diyar kir, ew şa bûn ku gol dîsa tijî av bû.

Ceylanci diyar kir, gol seba çandiniya herêmê girîng e û wiha dewam kir, "Înşellah wê di van mehan da baran bibare û hişkahî bi temamî rabe. Heta niha hişkahî naxuyê, lê heke baran nebare di mehên pêş me da dîsa heman talûke wê çêbibe."

Mixtarê Taxa Kazligolê Dundar Ummaz jî daxuyand, par li tevahiya navçeyê hişkahî hebû û ji ber hişkahiyê gol miçiqî û ziwa bû.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE