Qaymeqamê Erdîşa Vanê û Cîgirê Şaredar Nurî Mehmetbeyoglu diyar kir, Goristana Selçûqî-Qereqoyunî ya dîrokî ku gorên şair Ercîşlî Emrah û Selvîxana ku bûye aşiqê wê jî lê ye, wê were restorekirin.
Mehmetbeyoglu, Parlamenterê Vanê yê AK Partiyê Abdulahat Arvas, Rektorê Zanîngeha Yuzuncu Yilê Prof. Dr. Hamdullah Şevlî û hin akademîsyenên ku di zanîngehê da wezîfedar in, goristan li taxa Çelîbaxê ziyaret kir.
Mehmetbeyoglu li ser gora Ercîşlî Emrah û Selvîxanê dia kir û diyar kir ku ev goristan li bajêr di nav cihên dîrokî yên herî girîng da yek e. Şaredariya Bajarê Mezin a Vanê û Şaredariya Erdîşê par gora Ercîşlî Emrah û Selvîxanê restore kiribû.
Mehmetbeyoglu li ser girîngiya Ercîşlî Emrah sekinî û diyar kir, ji bo ku haya nifşên paşerojê jî ji Ercîşlî Emrah çêbibe ew ê xirabeyên herêmê û goristanê restore bikin.
Parlamenter Arvas jî got ku ew ê piştgiriyê bidin restorasyonê.
AA