Li Vanê hingivê di nav zinaran da tê berhevkirin

Çatak bi darên xwe yên gûzê, nebat û xwezaya xwe ya xweş va cihekî balkêş e ku li wir ji bilî hingivê kewaran hingivê di nav zinaran da jî pir navdar e.Mozvanên li navçeyê dijîn ji bo ku xwe bigîhinin hingivê di nav kovikên zinaran da car caran diçin li nav çiya û zinaran digerin û cihê wan tesbît dikin.

Li Vanê hingivê di nav zinaran da tê berhevkirin

 Li Çataxa navçeya Wanê mozvan hingivê mozan di nav zinaran da çêkirine bi zehmetî berhev dikin û difroşin.

Çatax bi darên xwe yên gûzê, nebat û xwezaya xwe ya xweş va cihekî balkêş e ku li wir ji bilî hingivê kewaran hingivê di nav zinaran da jî pir navdar e.

Mozvanên li navçeyê dijîn ji bo ku xwe bigîhinin hingivê di nav kovikên zinaran da car caran diçin li nav çiya û zinaran digerin û cihê wan tesbît dikin.

Piştî rêwitiyeke dûr û dirêj û gelek zehmetiyan hingiv derdixin û difroşin.

Abdulvahap Semoyê 30 sal e mozvaniyê dike got ew hingiv berhev dikin û difroşin şirketên dermanan û li çar aliyê welêt.

Semo got ew ewil bi dû va mozan aram dikin û paşê dikevin hêlîna wan û hingiv berhev dikin ku ev hingiv qasî zêr biqîmet e.

Semo ji bo ku bikeve Pirtûka Rekoran a Guînnesê 2 sal berê 10 kîlo moz li ser xwe berhev kir û ceribandinek kir.

Mozan gelek caran Semo vedan û ew bi leqeba "Mêrikê Moz" tê nasîn.

Semo anî ziman ji ber ku ew tu tiştî naxin nava vê hingivê ew gelekî tê firotin û wiha dewam kir: "Gelemperî şirketên dermanan hingiv distînin. Qasî zêr biqîmet e. Em kîloya wê di navbera 2 hezar û 2 hezar û 500 lireyî da difroşin. Zêde nayê berhevkirin, bi hêsanî nayê berhevkirin. Berê hin cihên ku min tesbît kiribûn hebûn, şikir li ber keda min ket û min ji 2 hêlînan 5 kîlo hingiv berhev kir. Piştî derxistina hingiv ez bi hesasî tevdigerim. Ez wan dixim kewarekê ku li wir jî hingivê çê bikin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE