Li Vanê ji 300 kiloyan zêdetir eroîn hat qefaltin

Li Edremîda navçeya Vanê 331 kîlo û 160 gram eroîn hat qefaltin.

Li Vanê ji 300 kiloyan zêdetir eroîn hat qefaltin

 Li Edremîda navçeya Vanê 331 kîlo û 160 gram eroîn hat qefaltin.

Li gor daxuyaniya Midûriyeta Ewlehiya Wanê ekîbên Şaxa Dijî Sûcên Narkotîk li Edremîdê li Taxa Emînpaşayê operasyon birin ser malekê.

Di lêgerîna ekîban da ku "Lîsa"ya kûçikê narkotîk jî hat emilandin li mal, muştemîlat û kamyonetê da lêgerîn hat kirin û li muştemîlatê di nav telîsan da û di depoya sotemeniyê ya kamyonetê da di nav 643 pakêtan da 331 kîlo û 160 gram eroîn hat qefaltin.

Ji ber sûcê "ticareta hişbirê û neqilkirina hişbirê" A.D., E.D., H.D., T.D., F.D. û V.D. hatin binçavkirin...

Dîroka nûkirinê: 04 Cotmeh 2019, 09:09
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE