Li Vanê ji ber rewşa hewayê xebatên lêgerînê dest pê nekir

Ji ber berfa ku li bajêr dibare û bagera ku rabûye, texma Guzeldereyê ya rêya Van-Başkaleyê, dirba Kurubaşê ya Van-Gürpınarê, rêya Van-Çatakê ji trafîkê ra hatin girtin

Li Vanê ji ber rewşa hewayê xebatên lêgerînê dest pê nekir

Hat ragihandin ku ji ber rewşa hewayê meriv nikare here herêma ku şepe lê ket a li ser rêya Van-Bahçesarayê, heke rewşa hewayê baş bibe, wê teseliya herêmê bikin û xebat wê dest pê bike.

Li gor daxuyaniya walîtiyê, ji AFAD, lêgerîn û xelaskirina Cendirmeyan, rêbej û meteorolojiyê ekîbên teknîkê yên pispor li herêmê rewş nirxand.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku duh bi şev jî êxbar hatiye ku li navçeya Çaldıranê 13 koçberên bêdestûr ên bi rêya dereqanûnî derbasî welêt bûne, qerimîne û mirine, seba wan xebat dihat plankirin, lê ji ber berf û bagerê ew xebat jî nehatin kirin.

Li gor daxuyaniyê da ji ber berfa ku li bajêr dibare û bagera ku rabûye, texma Guzeldereyê ya rêya Van-Başkaleyê, dirba Kurubaşê ya Wan-Gurpinarê, rêya Van-Çatakê ji trafîkê ra hatin girtin û wiha hat gotin:

"Di rewşa mecbûrî da li ser Edremîtê ra çûyîn û hatina Gurpinarê çêdibe. Duh şepe ket ser rêya taxa Elmaciyê ya Van-Çatakê û rêyên taxên Bîlgî û Koruluyê yên Çatakê. Ji ber ku rewşa hewayê xerab e, ev rê jî nayên vekirin. Welatiyên me heta mecbûr nemînin, bira derbekevin ser rêyan, yên mecbûr dimînin ku bi rê kevin, bira wesayîtên li gor zivistanê eyar bikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE