Li Vanê ji bo bizinkoviyan alif kişandin Çiyayê Paganê

Ekîbên DKMPyê ji bo jiyana kovî ya li herêmê mihefeze bikin û pêşî li nêçîrvaniyê bibirin bê navber dixebitin.

Li Vanê ji bo bizinkoviyan alif kişandin Çiyayê Paganê

Li Vanê ekîbên Midûriyeta Parkên Neteweyî û Parastina Tebîetê (DKMP) ji bo bizinkoviyên li Gurpinara navçe yên neslê wan di xetereyê da ye bi ker û hespan giha kişandin Çiyayê Paganê.

Ekîbên DKMPyê ji bo jiyana kovî ya li herêmê mihefeze bikin û pêşî li nêçîrvaniyê bibirin bê navber dixebitin.

Bi saya tevdîrên parastinê û pêşîlêbirîna nêçîrê her ku diçe li Çiyayê Paganê hejmara bizinkoviyan zêde dibe, ekîban ji bo bizinkoviyan xebat meşandin.

Ekîban bi wesayîtan diha anîn herêmê paşê bi ker û hesapan kişandin quntara çiyê û belav kirin.

Prof. Dr. Lokman Aslanê Midûrê Navenda Rehabilîtasyon Parastina Heywanên Kovî ya Zanîngeha Yuzucu Yilê jî bi ekîban ra derkete rê û daxuyanî da rojnamevanan. Aslan diyar kir ku bizinkovî di çandê da ciyekî girîng digrin.

Aslan got bi saya xebatên parastinê va hejmara bizinkoviyan zêde bû û wiha pê da çû: 

"Berê li vê derê hebûna bizinkoviyan jî xuya nedikir, qala sê çar heban dikirin. Niha Midûriyeta Parastina Tebîetê û Parkên Neteweyî, cendirme û welatî li wan xweyî derdikevin û hejmara wan zêde bû. Wekî bir tên dîtin. Heywan bala xwe didin ewlehiyê herêmê û alif. Heke ewlehî were pêkanîn û alif were temînkirin jiyana xwe didomînin. Em dibînin ku êdî li van deran ewlehî tê pêkanîn. Di nav bizinkoviyan da pirsgirêka ewlehiyê tune. Ji bo vê ji ekîban ra sipas dikim."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE