Li Vanê ji bo xwepêşandan û meşan qedexeya berwext

Ji bo 15 rojan her cure meş, civîn, daxuyaniya çapemeniyê, çalakiya rûniştinê û vekirina standê hat qedexekirin

Li Vanê ji bo xwepêşandan û meşan qedexeya berwext

Hat ragihandin ku li Vanê ji bo 15 rojan her cure meş, civîn, daxuyaniya çapemeniyê, çalakiya rûniştinê û vekirina standê hat qedexekirin.

Walîtiya Vanê di daxuyaniya xwe da ragihand ku ji bo rê li ber çalakî û bûyerên êrîşê bê girtin, di çarçoveya şert û mercên qedexekirinê, qanûn û destûra bingehîn da ev yek hatiye plankirin.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:"Ji bo ku pêşî li ber çalakî û êrîşan were girtin, can û malê welatiyan were parastin, planên rêxistinên terorê werin berterefkirin, ewlehiya neteweyî were sazkirin, pergala dewletê û ewlehî bê parastin, pêşî li ber sûcan bê girtin li gor makezagona me û qanûnên me ji 25 Berfanbarê heta 8ê Rêbendanê di nav 15 rojan da li nav sînorên Vanê her cure meş, civîn, daxuyaniya çapemeniyê, çalakiya rûniştinê, vekirina standê hat qedexekirin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE