Li Vanê ji mîdeya jinekê 158 perçe tişt hatin derxistin

Li nexweşxaneyê rontgena wê hat kişandin û hat tesbîtkirin ku dî mîdeya wê da tiştek heye.

Li Vanê ji mîdeya jinekê 158 perçe tişt hatin derxistin

Li Vanê ji mîdeya jineka 24 salî ya ji ber ku derzî daqurtandiye çû nexweşxaneyê 158 perçe tişt hatin derxistin.

Hat ragihandin ku jinika pirsgirêkên wê yên derûnî hene ji ber êşa ku derzî daqurtandiye anîn Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Vanê .

Li nexweşxaneyê rontgena wê hat kişandin û hat tesbîtkirin ku dî mîdeya wê da tiştek heye.

Piştî ku hat emeliyatkirin ji mîdeya wê 158 perçe tiştên wek meqesa neynûkan dibire, kêr, mûçing, bizmar, derzî, vîde û mifte hat derxistin.

Jinika nexweş piştî emeliyateke du saet û nîvan û tedawiyê hat taburcîkirin.

Op. Dr. Yusuf Tekeşê jinikê emeliyat kir got piştî kontrolê wan tesbît kir ku di mîdeya wê da hin tişt heye û wiha axivî: "Ya rast min jî pêşiyê bawer nekir. Me xwest ku em bi endoskopiyê derxin, lê derzî mezin bû me jî emeliyat kir. Di emeliyatê da em metel man. 158 perçe alavên din hebûn, me gişk derxist. Rewşa nexweşa me baş e."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE