Li Vanê jin li malên xwe şîvê çêdikin û ji kesên hewcedar ra dişînin

"Ji bo me fersendek çêbû em nanê xwe û şîva xwe bi malbatên hewcedar ra ra parve dikin. Şikir ji Xwedê ra em gelek kêfxweş in."

Li Vanê jin li malên xwe şîvê çêdikin û ji kesên hewcedar ra dişînin

Li Wanê Şaxa Murediyeyê ya Heyva Sor a Tirk di çarçoveya "Projeya Xaneya Dost" da xwarinên ku 50 jin çêdikin ji alî xêrxwazan va teslîmî hewcedaran tên kirin.

Şaxa Muradiyeyê ya Heyva Sor di meha Remezan a ku meha xêr û bereketê ye da ji bo xêrxwaz û hewcedar bigihîjin hev projeyek amade kir.

Di projeya navê "Xaneya Dost" lê kirin da 50 kevaniyên xêrxwaz beşdarî projeyê bûn.

Ev kevaniyên ku tevlî projeya xêrê bûn her roj ji bilî şîva malê ji kesên hewcedar ra jî xwarinê amade dikin û bi navbeynkariya xêrxwazên Heyva Sor va ji hewcedaran ra dişînin.

- "Emê malbatan bi hev bidin naskirin"

Koordînatorê Şaxa Murediyeyê ya Heyva Sor a Tirk Selçuk Yay daxuyanî da nûçegihanê AAyê got ku ew dixwazin 50 kevaniyên xêrxwaz û malbatên xêr li wan tê kirin bi hev bidin naskirin û wiha domand: "Mabatên xwarinê çêdikin û malbatên ku em xwarinê didin wan hev nasnakin. Heke şert û merc pêk bên û derfet jî çêbibe em ê di eydiyê da wan bi hev bidin naskirin."

Ji xêrxwazan Çîçek Metînê jî diyar kir ku ji bo xêrê ev fersendeke hatiye pêşiya wan û wiha domand: "Ji bo me fersendek çêbû em nanê xwe û şîva xwe bi malbatên hewcedar ra ra parve dikin. Şikir ji Xwedê ra em gelek kêfxweş in."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE