Li Vanê lêkolînên zanistî dê bên kirin

Li Vanê li ser berhemên ji heyama Urartuyan mane wê lêkolînên zanistî bên kirin

Li Vanê lêkolînên zanistî dê bên kirin

Li Tuşbaya navçeya Wanê ji bo li ser berhemên ji heyama Urartuyan mane lêkolînên zanistî bên kirin xebat tên meşandin.

Herêma li Girê Xerîban ya ku 3 kîlomêtro nêzîkî Keleha Ayanîsê ye û 33 sal in lê xebatên lêkolînê tên kirin ji hêla defînegeran va tê kolandin. Ji ber ku rê li ber vê girtin Cendirmeyên Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr herêm hildan bin parastinê.

Midûrê Bajêr ê Çand û Turîzmê Erol Uslu, Midûrê Muzeya Wanê Fatîh Arap, Hîndekarê Beşa Arkeolojiyê ya Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Ataturkê Prof. Dr. Mehmet Işikli û 6 kesên ji Laboratuvara Herêma Navend a Restorasyon û Konservasyonê ya Stenbolê li herêmê lêgerîn kirin.

Pispor dema ketin hundirê vî cihê ku 6-7 mêtro kûr e û bi korîdorên 10-15 mêtroyan pêk tê va li hev hatiye girêdan rastî dîwarên ku li ser şiklên heywanan û însanan hatine xêzkirin hatin.

Hat tesbîtkirin ev cihê dîrokî û xêzên li vê derê ji heyama Urartiyan mane.

Ekîbê bi cihazên dîmengirtinê û kamerayên termal va ev der qeyd kirin.

Bi destûra Wezareta Çand û Turîzmê û pêşîkêşiya Muzeya Wanê li vê derê xebatên zanistî hatin destpêkirin.

Pêşîkêşiya xebatê Prof. Dr. Mehmet Işikli dike ku ekîba AAyê cara ewil dîmenên vê derê kişand.

Midûrê Bajêr ê Çand û Turîzmê Erol Uslu ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand di 1994an da li herêmê xebatên tescîlkirinê û belgekirinê hatin kirin.

Uslu got li vê derê xebatên kolandinê yên qaçax tên kirin ku ji ber vê ev der êdî tê parastin û wiha axivî: "Li vir xebatên zanistî wê bên kirin. Wê nexşerêyek bê avakirin. Ji bo ku ev der di qada zanistî da bê lêkolînkirin û di lîteratura dinyayê da bê bikaranîn em vê derê ne. Wê ji bo bajêr bibe cihekî pir girîng. Em dikarin bi xebatên lêkolînê va ji hêla turîzmê va bala dinyayê bikşînin ser vir. Di qada çandî da ev der mekanekî pir biqîmet e. Li vir mekanên dîrokî û çandî hene. Me xebatên kolandinê yên ji bo xelaskirinê dan destpêkirin. Îsal em ê ji hêla arkeolojiyê va vekolanan bikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE