Li Vanê masîgiran piştî 90 rojî gotin "vîra bismillah" û torên xwe avêtin golê

Masîgirên Edremît, Tuşba, Gevaş, Muradiye, Îpekyolu û Ercişa navçeyên Vanê û Ahlat, Adilcevazû Tatvana navçeyên Bitlisê serê sibê zûtirî rabûn û çûn nava golê. 

Li Vanê masîgiran piştî 90 rojî gotin "vîra bismillah" û torên xwe avêtin golê

Li Vanê piştî ku qedexeya girtina masiyên ku seba danîna xerzê xwe koçî avên şirîn kirin, xelas bû; masîgiran 90 roj şûnda got "vîra bismillah" û torên xwe avêtin nava Gola Vanê .

Încî kefaliyên ku di Gola Vanê da dijîn, ji bo ku xerzê xwe daynin û li hev zêde bibin, di navbera 15ê nîsanê û 15ê tîrmehê da koçî avên şirîn dikin. Ji bo ku koka masiya neyê qelandin jî di vê maweyê da girtina masiyan tê qedexekirin. 

Masîgiran ji ber qedexeyê kelekên xwe kişandibûn qeraxê golê û piştî 90 rojî amadehiyên xwe temam kirin û cardin dest bi girtina masiyan kirin.

Masîgirên Edremît, Tuşba, Gevaş, Muradiye, Îpekyolu û Ercişa navçeyên Vanê û Ahlat, Adilcevazû Tatvana navçeyên Bitlisê serê sibê zûtirî rabûn û çûn nava golê.

Masîgir wê dîsa heta 15ê nîsanê bikaribin masiyan bigrin.

Midûrê Çandinî û Daristanê yê Bajêr Îbrahîm Gorentaş daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir debara nêzî 15 hezar kes ji încî kefaliyê tê û qedexeya girtina wê rabû.

Gorentaş diyar kir, wexta ku qedexe ebû ji bo parastina masiyan hemû ekîb pir hesas bû û tevdîrên parastinê baş hatin hildan û wiha dewam kir:

"Di vê pêvajoyê da me 900 caran kontrol kirin. Di van kontrolan da li 73 kesan 203 hezar lire cezayê îdarî hat birîn. 175 tor hatin bidestxistin. Di vê heyamê da 200 hezar ton masiyên ku bi qaçaxî hatine girtin, hatin bidestxistin. Me ji van 120 hezar ton masiyên zindî cardin avêtin nava avê. Li gor heyamên din, ev heyam serkeftî derbas bû û masî zêde bi qaçaxî nehatin girtin. Ev rewş wê di vê sezona girtin masiyan da jî diyar bibe. Em li bendê ne ku heyame bi xêr û bereket derbas bibe."

Necmettîn Akdenizê ku 20 sal di Gola Vanê da masiyan digre jî got, "90 roj in me masî nedigirtin. Vaye qedexe rabû. Em li benda saleke bi xêr û bereket in."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE