Li Vanê mij û xumam

Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 14emîn jî ji bo ciyên bilind ên Vanê hişyariya berfê da.

Li Vanê mij û xumam

Li Bahçesaraya navçeya Vanê bi barîna berfê ciyên bilind spîçîl bûn, her wiha mij û moranê xwe bi ser cih û wargehan da girt.

Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 14emîn jî ji bo ciyên bilind ên Vanê hişyariya berfê da.

Li gorî daxuyaniya midûriyetê, tê texmînkirin ku li tevahiya herêmê hewa dê pir û perçe ewrayî be, ji danê êvarê pê va li bakurê Vanê şilope û li ciyên bilind jî berf dê bibare.

Nîvê şevê û destê sibehê cemed û hişkî dê çêbe, her wiha li Hekarî û Mûşê jî cih cihan mij û bûsî dê çêbe, lewma jî hat xwestin ku welatî û peywendîdar baldar bin.

Li herêmê her wiha germahiya hewayê dê li gorî pileyên asayî yên demsalê be, ba dê ji başûr û rojava nerm û carinan jî niveqewî were. 

Li Behra Vanê  hewa dê pir ewrayî be, ba jî dê ji rojhilat bi 30 kîlometre lezê rabe.

Her wisa tê texmînkirin ku germahiya nava rojê li Vanê û Mûşê 7, li Bitlisê 6 û li Hakkariyê jî 5 pile be.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE