Li Gurpinara navçeya Vanê di operasyona dijî çavkaniyên fînansê yên PKKya rêxistina terorê da milyonek û 560 hezar û 57 serî kirkirk hat girtin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat diyarkirin ku ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Bajêr xebatên ji bo deşîfrekirina çalakiyên PKK/KCKya rêxistina terorê û eşkerekirina têkiliyên bazirganiya hişbirê ya rêxistinê didomînin.
Di vê çarçoveyê da hat tesbîtkirin ku li çil û çiyayên Taxa Çepkenliyê ji bo rêxistinê û endamên wê fînanse bikin kirkik hatiye ajotin.
Di operasyona hat kirin da milyonek û 560 hezar û 57 serî kirkirk hat girtin.
AA