Li Tuşbaya navçeya Vanê minîbêsa koçberên bêdestûr tê da bûn welgeriya, 2 kes mirin û 29 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên hatin hildan, minîbêsa koçberên bêdestûr ên bi rêyên dereqanûnî hatibûn welêt tê da bûn li ser rêbeja Van-Erdîşê ji ber sedemeke nediyar ji rê derket û welgeriya.
Ji rêwiyên di minîbêsê da 2 kes mirin û 29 kes jî birîndar bûn.
Kesên birîndar birin nexweşxaneyên li Wanê.
Şofêr hat binçavkirin
Walîtiyê di daxuyaniya weşand da bi bîr xist wesayîta bi plakeya 04 D 5370 ya ku B.A şofêrê wê bû serê sibehê di saet dora 07.30yî da li texma Taxa Çakirbeya di bin berpirsyariya Fermandariya Qereqola Cendirme ya Timar a li ser navçeya Tûşbayê ye, qeza kir.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Şofêrê wesayîtê di qezayê da birîndar bû lê ji biyaniyan 2 kes mirin û 29 kes jî birîndar bûn. Şofêr B.A. hat binçavkirin û der barê bûyerê da jî lêpirsînê dest pê kir."AA