Li Vanê minîbusek qelibî şerampolê

Li Vanê minîbusa ku koçberên bêdestûr tê da bûn qelibî şerampolê û li gor agahiyên hatin bidestxistin 15 kes mirin.

Li Vanê minîbusek qelibî şerampolê

Li Vanê minîbusa ku koçberên bêdestûr tê da bûn qelibî şerampolê û li gor agahiyên hatin bidestxistin 15kes mirin.

Li gor agahiyan li ser rêya Van-Ozalpê li nêzîkî Erçeka taxa navçeya Îpekyoluyê minîbusa bi plaqeya 76 AAC 296 ku şofêrê wê nayê zanîn ji rê derket û qelibî şerampolê û li ser hewarê gelek ambulans û ekîb sewqî ciyê bûyerê kirin.

Waliyê Vanê Mehmet Emin Bilmez destnîşan kir minîbusa koçberên bêdestûr tê da bûn ji rêya çiyê da dihat bajêr û wiha got: "Minîbusa koçberên bêdestûr tê da bûn û ji Muradiyeyê dihat dema ji rêya çiyê da tê diqelibe şerampolê. Piştî qezayê gelek ambulans û ekîb sewqî ciyê bûyerê kirin. Xebatên ekîban dewam dikin û kesên birîndar radikin nexweşxaneyê. Heta niha 15 kes mirine û ji 20î zêdetir birîndar hene. Li nexweşxaneyan tevdîr hatine hildan. Tê texmînkirin ku ji Efxanistan, Pakistan û Bangladeşê bin. Di nav miriyan da zarok û jin jî hene."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE