Li Vanê mînîbusa rêwiyan wergeriya, 14 kes birîndar bûn

Mînîbusê li ser rêya ku ji ber berfê şişmat bûbû, serî ji ajokar sitand, li bariyeran qelibî û welgeriya baxçeyê li kêleka rê.

Li Vanê mînîbusa rêwiyan wergeriya, 14 kes birîndar bûn

Li Edremîta navçeya Wanê, mînîbusa rêwiyan welgeriya û di encamê da 14 kes birîndar bûn.

Ajokarê mînîbusa rêwiyan a ku plaqeya wê 21 LB 565 e û ji Hekariyê diçû Wanê, li nêzîkî Taxa Kurubaşê ji bo ku li peyarêyê ku derket pêşiyê nexe, dîreksiyon şikênand.

Mînîbusê li ser rêya ku ji ber berfê şişmat bûbû, serî ji ajokar sitand, li bariyeran qelibî û welgeriya baxçeyê li kêleka rê.

Li ser îxbarê, ekîbên AFAD, UMKE, 112 Servîsa Bilez û Îtfaiyeyê bo ciyê qezayê hatin veguhestin, ekîban 4 kesên di wesayîtê da asê mabûn, derxistin.

14 kesên ku di qezayê da birîndar bûn, bi ambulansan rakirin nexweşxaneyê.

Ekîbên cendirme û polêsan jî li ser rê tedbîrên ewlekariyê sitandin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE