Li Van, Muş, Bitlis û Hakkariyê kuçe û kolan xalî man

Li Van, Muş, Bitlis û Hakkariyê kuçe û kolan xalî man

Ji ber sînordarkirina derketina derva ya di çarçoveya tedbîrên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da li Van, Muş, Bitlis û Hakkariyê kuçe û kolan bêdeng in.

Li Vanê kargehên ku ji sînordarkirinê muaf in, şixulê xwe didomînin û her wiha şêniyên bajêr jî pabendî sînordarkirinê dibin.

Ekîbên polêsan li deverên cuda yên bajêr xalên sepanê danîn û pabendbûna sînordarkirinê kontrol dikin.

Kolanên herî qelebalix ên Vanê yên Cumhuriyet, Kazim Karabekir û her Meydana Beşyolê xalî man.

Her wisa li Muş, Bitlis û Hakkariyê jî kuçe û kolan ji ku welatî pabendî sînordarkirinê bûn, xalî man.

Ekîbên polêsan li hin taxan bi anonsê welatî hişyar kirin ku dernekevin derva.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE