Li Van, Muş, Bitlis û Hakkariyê rêya 729 tax, gund û mezreyan girtî ye

Li Van, Muş, Bitlis û Hakkariyê berf û bagerê rêya 729 tax, gund û mezreyan girt.

Li Van, Muş, Bitlis û Hakkariyê rêya 729 tax, gund û mezreyan girtî ye

Li Van, Muş, Bitlis û Hakkariyê berf û bagerê rêya 729 tax, gund û mezreyan girt.

Li gor daxuyaniya ku ji Şaredariya Bajarê Mezin a Vanê hat dayîn, berf û bagerê li Miksê rêya 70 taxan, li Çatakê rêya 33 taxan, li Başkaleyê rêya taxekê û li Gürpınarê rêya 50 taxan girt.

Ekîbên berfê ji bo vekirina rêyan dixebitin.

Şaredariyên navçeyan jî piştî barîna berfê, berfa rê û peyarêyan davêjin û xoyê direşînin.

- Hakkari

Li Hakkariyê du roj in berf bi navber dibare û jiyan ket tengasiyê.

Li gor agahiya ku ji Walîtiyê hat hildan, berf û bagerê li tevahiya bajêr rêya 76 gund û 119 mezreyan girt.

Ekîbên berfê yên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina van rêyan dixebitin. Ekîbên şaredariyê jî berfa kolanên nav bajêr davêjin.

Li cihên bilind qalindahiya berfê derket mêtreyekê.

- Muş

Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajarê Muşê Şeyhmus Yentur diyar kir ku berfê rêya 215 gundan girt, ji bo ku welatî mexdûr nebin ekîb rêyan vedikin.

Berfa ku duh bişev barî, nava bajêr spîçîl kir.

Welatiyan berfa ber mal û kargeha xwe avêt, ser wesayîtên xwe paqij kirin. Ekîbên şaredariyê jî berfa kuçe û kolanan avêt.

- Bitlis

Midûrê Xizmetên Rê û Gîhandinê ya Îdareya Taybet a Bajarê Bitlisê Umît Kurtkan daxuyand ku berfê rêya 165 gundan girt.

Kurtkan daxuyand, ji bo vekirina rêyan ekîb dixebitin.

Ekîbên şaredariyê jî berfa nava bajêr avêt.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE