Li Vanê muze û atolyeya xalîçeyên dîrokî

Ji bo muzeyê him xaliyên destan tên berhevkirin him jî tên ristin

Li Vanê muze û atolyeya xalîçeyên dîrokî

Li Vanê ji aliyê midûriyeta sepan û lêkolînê ya hunerên destan a Zanîngeha Yûzûncû Yilê ve, him muzeya xaliyên Van û Hakkariyê, him jî cihekî ristinê hatiye vekirin. Bi vê xebata midûriyetê him berhmên dîrokî tên parastin, him jî ciwan ristina xaliçeyan hîn dibin.

Li aliyekî bi sedan xalîçeyên gelek xweşik û delal, li aliyê din hosteyên ku xaliyan çêdikin.

Ev dîmen ji muzeya Midûriyeta Sepan û Lêkolînê ya Hunerên Destan a Zanîngeha Yûzûncû Yila Vanê ne.

Midûriyet ev demeke ku li ser berhemên berikên herêma Wan û Colemêrgê dixebite.

Bi vê xebatê li aliyekî ji xalîçeyên dîrokî muzeyeke xaliyan hat vekirin, li aliyê din jî kesên ku dixwazin ristina xaliçeyan hîn bibin hene.

Niha di beşa atolyeyê ya muzeyê de 5 jin û 5 jî mêr xalîçeyan dirêsin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE