Li Vanê navber dan xebatên lêgerînê yên li herêma aşîta 4-5ê Sibatê

Ji bo tevdîrê destûrê nadin wesayît derbasî herêmê bibin, bi tenê ekîbên AFAD, UMKE, Tenduristî 112yê û rêbejayê derbasî herêmê dibin.

Li Vanê navber dan xebatên lêgerînê yên li herêma aşîta 4-5ê Sibatê

Li Vanê ji ber rewşa hewayê ya nebaş navber dan xebatên lêgerînê yên li herêma lê aşît ketibû û 41 kes miribûn.

Li Vanê di 4-5ê sibatê da li rêbejaya Baxçesarayê aşît ketibû ji ber vê 41 kes miribûn. Ji bo ewlehiyê rêbeja ji çûyîn û hatinê ra hatibû girtin û rê dîsa hat vekirin. Piştî vekirina rêbejayê ekîban dîsa li herêma aşîtê dest bi xebatên lêgerînê kir.

Ji bo tevdîrê destûrê nadin wesayît derbasî herêmê bibin, bi tenê ekîbên AFAD, UMKE, Tenduristî 112yê û rêbejayê derbasî herêmê dibin.

Ekîbên xebatên teknîkî dan destpêkirin ji ber mij, barîna berfê û xetereya aşîtê navber dan xebatên xwe.

Eqrebeyên xebatkarê agirkujiyê yê tê nirxandin ku di aşîta duduyan a 5ê sibatê da di binê berfê da maye jî li Taxa Narlicaya Jor li benda xeberê ne ku ji ekîban were.

AA

Dîroka nûkirinê: 14 Adar 2020, 15:21
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE