Li Tuşbaya navçeya navendê ya Wanê di otomobîlekê da 4 kîlo û 250 gram eroîn hat girtin.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê, ekîbên Midûriyeta Ewlekariya Tuşbayê li termînala otobusan a navbajaran ji ber gumanê otomobîlek rawestand û lê geriyan.
Di lêgerînê da di baxaja otomobîlê da di 4 pakêtên tijî şekir da 4 kîlo û 250 gram eroîn hat girtin.
Ajokar Ferman K. tevî F.K. û M.Kyê di otomobîlê da hatin binçavkirin.
Piştî miemeleyên li ewlekariyê berşik sewqî edliyeyê kirin û li vê derê ajokar Ferman K. ji ber sûcê "bazirganiya hişbirê" hat girtin. Herdu berşikên din jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.AA