Li Vanê operasyona terorê

Li Wanê ji 5 şikbarên ku di operasyona dijî PKK/KCKya rêxistina terorê da hatibûn binçavkirin 2yê wan hatin girtin

Li Vanê operasyona terorê

Li Wanê ji 5 şikbarên ku di operasyona dijî PKK/KCKya rêxistina terorê da hatibûn binçavkirin 2yê wan hatin girtin. 

Li gor daxuyaniya ku ji Midûriyeta Ewlehiya Bajêr hat dayîn, li navend û navçeyên Wanê xebatên polêsan yên dijî kesên ku ser navê PKK/KCKya rêxistina terorê pere kom dikin didomin. 

Tîmên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Bajêr li ser îxbarê li navendê operasyon bir ser hin navnîşanan. 

Di operasyonê A.O, E.B, F.M û N.Ayê karsaz û E.Gyê ku tê îdiakirin alîkariyê dide rêxistina terorê hatin binçavkirin. 

Tîman di lêgerînên malên şikbaran kirin de 50 hezar û 845 lîre pereyê ku tê îdiakirin ji esnafan bizorî hatine komkirin bi dest xist. 

Şikbar piştî kar û barên wan yên li emniyetê qediyan sewqî mehkemeyê kirin. Mehkemeyê der barê N.A û E.G da biryara girtinê da û şikbarên din jî bi şertê kontrola edlî ve serbest berdan. 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE