Li Vanê otela dayikan dest bi xizmetê kir

Li otelê dayikên ducanî û yên nû zarokên wan çêbûne dimînin

Li Vanê otela dayikan dest bi xizmetê kir

Zivistana Vanê zor û zehmet derbas dibe. Riyên gelek gund û navçeyan ji ber berfê tên girtin. Ji ber vê jî ji bo dayikên ducanî û yên nû zarokên wan çêbûne otelek hat avakirin. Li otelê li ser ducanîbûn û mezinkirina zarokan perwerde jî tê dayîn. Li otela ku ji aliyê nexweşxaneya fakulteyê ya Vanê hat vekirin ji bo hemû dayikan bêpere xizmet tê dayîn.

Li Vanê ji ber ku di zivistanê de rê tên girtin, jinên ducanî li Otela Dayikan tên mêvankirin.

Bi vê xebat û xizmetê, dema dûcanîbûnê ya dayikan û piştî wê ewletir derbas bide.

Ger piştî werin dinyayê ji bo zarokan tedawî hewce be bi saya otêlê dayik ji pitikên xwe venaqetin û di pêvajoya dermankirina zarokan de jî bi wan re dimînin.

Xebata Otela Dayikan ji bo jinên ducanî rehetiyeke mezin e lewra pêvajoya ducanîbûnê li vê derê ewletir derbas dibe.

Otel ji bo 40 kesan e û ji bo dayikan hema hema her tişt heye.

Him dayikên ku nû zarok anîne, him jî yên dema wan nêz e li otelê dimînin.

Otel ji aliyê Nexweşxaneya Fakulteyê Vanê hat avakirin. Li otelê derbarê mezinkirin û ducanîbûnê de perwerde jî tê dayîn.

Di otela dayikan de mehê 50 – 60 dayik tên mêvankirin. Ji bo vê xizmetê pere jî nayê xwestin û hemû xizmet bêpere ye.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE