Şaredariya Edremitê bexçeya gel çêkir
Li Edremîta Vanê bexçeya gel hat vekirin. bi beşdariya şaredar, parlamenter û welatiyan perk vebû. welatî êdî bi dilekî rihet wê biçin seyranê û zarokên xwe re bigerin.
Ji bo jiyaneke tendurist hebûna perq û bexçeyan pêwîst e.
Heta niha li gelek cihên welêt perq û bexçe hatin çêkirin.
Yek ji wan perqan jî li Edremîta Vanê hat avakirin.
Li taxa Şabaniyeyê li ser 4 hezar û 500 metreçargoşeyî perqek hat danîn.
Bi beşdariya şaredar, parlamenter û welatiyan perq hat vekirin.