Li bajarê Vanê yê ku di çarçoveya têkoşîna dijî vîrusa koronayê ya bi tîpa nû (Kovîd-19) da lê qedexeya derketina derva tê sepandin kuçe û kolan vala ne.
Wezareta Karên Navxweyî piştî ku li 30 bajarê mezin û Zonguldakê qedexeya derketina derva îlan kir li seranserê bajêr qelebalixiya mirov û wesayîtan daket asta herî kêm.
Bi destpêkirina sepandinê polêsan li tax û kolanên bajêr dest bi kontrolê kir û ji bilî kesên li dervayî qedexeyê ne destûr neda kesî.
Hin welatî çûn firneyê nan kirîn û vegeriyan malên xwe.