Li Vanê qadên avî yên ku ji hişkahiyê filitîn cardin bûn hêlîna teyr û tûyan

Hewzeya Gola Vanê ji 3 paran pareke qadên avî ya Türkiyeyê ye. Ak Gol di serî da par ji ber hişkahiyê qadên avî yên Çelebîbag, Karasu, Karagunduz, Donemeçê hema piçek mabû ku bimiçiqin. 

Li Vanê qadên avî yên ku ji hişkahiyê filitîn cardin bûn hêlîna teyr û tûyan

Li Hewzeya Gola Vanê ji sedan cureyên teyr û tûyên li Türkiyeyê 240 cure hatine qeydkirin. Îsal piştî baranên ku barîn, siruşt bi xwe va hat û teyr û tû vegeriyan herêmê. Flamîngo di serî da ev der mazûvaniya gelek teyr û tûyên wekî quling, werdeka poçiktîk, werdeka çîpdirêj, werdeka golan û sakar meke dike.

Hewzeya Gola Wanê ji 3 paran pareke qadên avî ya Tirkiyeyê ye. Ak Gol di serî da par ji ber hişkahiyê qadên avî yên Çelebîbag, Karasu, Karagunduz, Donemeçê hema piçek mabû ku bimiçiqin. 

Ji ber hişkahiyê jî piraniya teyr û tûyan ev der terikandin. Îsal qadên avî û gol cardin bi ava berfê û baranê tije bûn.

Piştî ku av zêde bû jî teyr û tû cardin vegeriyan van qadên avî.

Bi xebatên parastinê va jî populasyona teyr û tûyan zêde bû û zanyarên ku lêkolînan dikin jî vê derê tercîh dikin. 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE