Li Vanê rewşa piştî erdhejê

Xebatên tespîtkirina xisarê dewam dikin...

Li Vanê rewşa piştî erdhejê

Erdheja ku li Xoya Îranê rû dabû li Elbak û Serêya Vanê jî xistibû. Li gundan xebatên ji bo verastkirinê berdewam in. Li herêmê hemû derfet hatine seferberkirin û wê di nav demeke kurt de xanî werin avakirin.

Ji bo mexdûrên erdhejê û heywanên wan kon hatin vedan.

Pêdiviyên sereke hatin dayîn.

Û xebatên ji bo verastkirina li gundên Elbak û Serêya Vanê berdewam in.

Piştî erdheja di 23ê Sibatê de demildest li herêmê kon hatin vedan.

Hezar û 833 kon hatin vedan û di nav wan de hezar û 234 sobe û 556 sobeyên ceyranê hatin danîn.

Ji bo mexdûrên erdhejê tevî cihê stareyê, xwarin û pêdiviyên sereke jî tê dayîn.

Li gundên ku debara wan heywandarî ye heywanan zirareke mezin dît.

Li gundan gelek heywan di bin kavilan de mirar bûbûn lê niha ji bo yên mayî hezar û 84 kon hatin vedan.

Piştî tespîtan wê zirara heywandaran jî bi awayekî were çareserkirin.

Li gundan rakirina kavilan berdewam e û ji bo avakirina xaniyan jî xebat didomin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE