Li Vanê rêya herêma aşîtê ya ku 41 kes miribûn hat vekirin

Ekîbên rêvekirinê piştî gelek hewl û xebatan rê vekirin lê wek tewdîr nahêlin wesayît derbas bibin.

Li Vanê rêya herêma aşîtê ya ku 41 kes miribûn hat vekirin

Rêya Bahçesaraya ji ber berfê girtî ku di 4-5ê Sibatê da aşît lê ket û 41 kes mirin ji nû va hat vekirin.

Walîtiyê daxuyanî da û ragihand ku rêya Van-Bahçesarayê ya ku aşît lê ketibû ji ber tewdîrên ewlehiyê ji çûn û hatinê ra girtî bû bi xêra xebatên ekîbên rêvekirinê ji nû va hat vekirin.

Li herêmê ji ber ku car caran berfê lê dibarî ekîban xebatên xwe didan sekinandin lê îro berdestê sibehê piştî hildana tewdîran xebatan ji nû va dest pê kir.

Rê piştî gelek hewl û xebatan hat vekirin, lê ji ber talûkeya aşîtê wek tewdîr nahêlin wesayît derbas bibin.

AA

Dîroka nûkirinê: 14 Adar 2020, 15:21
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE