Li Wanê ji ber barîna berfê rêyên 11 tax û gundan hatin girtin.
Berfa ku duh şev dest pê kir, heta serê sibê dewam kir û bajar bi rengê spî xemiland.
Welatiyên li bajêr dijî ji ber berfa ku di mehana nîsanê barî şaş û metal man.
Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin Wanê, ji ber barîna berfê li tevahiya bajêr rêyên 11 taxan hatin girtin.
Ekîb ji bo vekirina rêyên gundên navçeya Gurpinar, Çatak û Başkaleyê xebatên xwe didomînin.
Ji ber barîna berfê kulîlkên hin darên feqiyan jî zirar dît.
Ji welatiyan Sevdîn Çaksoy daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku zivistana îsal gelekî dirêj kişand û wiha got: "Par van deman heywanên me diçûnen zozanan. Îsal hê erd reş nebûye."