Li Gurpinara navçeya Wanê ji ber berf û pûkê rêya 11 wargehan ji çûn û hatinê ra girtî ne.
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê daxuyanî da û bi bîr xist ku li cihên bilind ên bajêr sê rojan li ser hev û bi navber berf barî û ji ber vê jî di çûn û hatinê da zehmetî çêbûn.
Li navçeya Gurpinarê ku berf lê zêde barî rêya 11 taxên dûrî navendê ne hat girtin û ekîbên berfa li ser rêyan paqij dikin jî ji bo vekirina rêyan hewl didin û ji duh heya niha rêya 17 taxan hat vekirin.
Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 14mîn a Meteorolojiyê da hat gotin ku li seranserê herêmê wê hewa pir ewrayî be û li dor û bera Mûş û Bidlîsê jî wê berf û şilope bibare. Hat xwestin ku bila welatî ji ber îhtimala rabûna avê bi tevdîr bin.