Li Vanê rêyên ji ber berfê girtî

Li gorî daxuyaniya Walîtiyê ji ber berf û morana zêde mesafeya dîtinê kêm bûye, di veguhastinê de astengî çêdibin.

Li Vanê rêyên ji ber berfê girtî

Li Vanê ji ber şert û mercên neyênî yên hewayê hinek ji trafîkê re hatin girtin.

Li gorî daxuyaniya Walîtiyê ji ber berf û morana zêde mesafeya dîtinê kêm bûye, di veguhastinê de astengî çêdibin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Rêbeja Çaldiran-Bazîdê digel borana Guzeldereya Van-Başkaleyê û Borana Kurubaşa Wan-Gurpinarê piştî seat 21.00an ji ber xetereya can û mal ji trafîkê re hatine girtin. 

Heke tiştekî zarûrî nebe pêdivê welatî dernekevin trafîkê, heke derketin bila wesayitên xwe li gor şert û mercên zivistanî derxînin û riayeta îşaret û îşaretdarên trafîkê bikin."

AA

Dîroka nûkirinê: 13 Çile 2020, 17:16
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE