Li Vanê Şanoya “şêr” a trt çocukê

Kêfa zarokên Vanê zaf jê re hat...

Li Vanê Şanoya “şêr” a trt çocukê

Şanoya “şêr” a trt çocukê li bajarên herêmê tê nîşandan. Lîstikvanan vê carê jî ji bo zarokên wanê lîst. Zarok bi tiyatroyê gelekî kêfxweş bûn.

Şanoya “Şêr” a TRT Çocukê bi hevkariya TRT û Wezareta Karên Navxweyî hat amadekirin.

Şano di çarçoveya turnuvaya rojhilatê de li Şirnex û Colemêrgê hatibû pêşandan.

Vê carê jî ji bo zarokên Wanê hat pêşkeşkirin. Amadekarê şanoyê Emre Koç ji eleqeya zarokên herêmê gelek memnûn e.

Amadekarê Şanoyê Emre Koç: ”hefteya borî em li cizîr û colêmêrgê bûn. Em ê di nav vê hefteyê de li 13 navçeyên wanê xêzefîlma şêr pêşkêş bikin. Hin caran di salonan de cih tune. Bi rastî eleqe gelekî zêde ye.”

Li Îpekyoluya Wanê lîstik hat pêşandan. Zarok ji lîstikê gelekî kêfxweş bûn.

Pêşandana şanoya TRT Çocukê wê li seranserê herêmê wê dewam bike.

Dîroka nûkirinê: 15 Adar 2019, 17:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE