Li Vanê santrala enerjiya rojê ya 20 megawatî ku bi 55 milyon dolarî hat çêkirin, dest bi hilberîna enerjiyê kir. Li qadeke 500 donim ji bo enerjiya 20 megawatî 85 hezar panêlên rojê hatin danîn.
Bi destê Ajansa Pêşketinê ya Anadoluya Rojhilat li Wanê santrala enerjiya rojê hat avakirin.
Santral bi bihayê 50 milyon dolarî hat çêkirin û hilberîna wê 20 megawat e.
Tê gotin ku Wan ji aliyê rojên bi tav û eraziyê guncav yekemîn bajarê Tirkiyeyê ye û santraleke bi vî awayî wê sûdewer be.
Li ser 500 donim erdî 85 hezar panêl hatin danîn.
20 megawat enerjî ji rojê tê hilberandin û enerjî tê dayîn şebekeyê.