Li Vanê "Sempozyûma Gola Vanê ya 1emîn" dê were lidarxistin

Rektorê Zanîngeha Van  Yuzuncu Yilê Prof. Dr. Hamdullah Şevlî di civînê da axivî û diyar kir ku sempozyûma li ser Gola Vanê pir girîng e.

Li Vanê "Sempozyûma Gola Vanê ya 1emîn" dê were lidarxistin

Li Vanê meha hezîranê "Sempozyûma Gola Vanê ya 1emîn" dê were lidarxistin.

Hûrgiliyên sempozyûma ku dê bi hevkariya Şardariya Edremîtê, Zanîngeha Van Yuzuncu Yilê û Ajansa Pêşketina Rojhilatê Anadoluyê (DAKA) were lidarxistin, di civîna ku li navçeya Edremîtê hat lidarxistin da hatin nirxandin.

Rektorê Zanîngeha Van  Yuzuncu Yilê Prof. Dr. Hamdullah Şevlî di civînê da axivî û diyar kir ku sempozyûma li ser Gola Vanê pir girîng e.

Şevlî diyar kir ku ew ê her cure piştgiriyê bidin sempozyûmê û wiha dewam kir:

"Em dibînin ku van axiriyan li ser Gola Vanê  xebatên girîng tên kirin. Xebata ku di bin baskê jina Serokomarê me Brêz Emîne Erdoganê da bi pêşengiya Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ji bo parastina Gola Wanê hat destpêkirin di vê mijarê da gaveke girîng e. Armanca sempozyûma ku em dixwazin bikin jî ew e ku em van gavan qewîntir bikin û Gola Vanê bi projeyên zanistî bixin navenda jiyanê."

Şaredarê Edremîtê Îsmaîl Say jî diyar kir ku di sempozyûmê da dê ji her hêlê va li ser Gola Vanê were rawestandin ku nirxekî mezin ê herêmê ye.

Alîkarê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Prof. Dr. Mucip Tapan, Serokê Beşa Sosyolojiyê ya Zanîngeha Van Yuzuncu Yilê Prof. Dr. Suvat Parin, Serokê Şaxê yê DAKAyê Mehmet Emin Çakay û Alîkarê Şaredarê Edremîtê Ercan Karahan beşdarî civînê bûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE